Li her derê, li gorî gêrûfena wê derê dirûvpevxistina (temesûl) wî hebû, di yek kêliyê (an) de li hezar deran bû.
Vê nêrînê; di dema standina rûhî de demîsaleka însanî û hindik (cuz’î) ya Melekulmewtê ku di neynika însanî de dexuya bûye (temesûl) bi şeqama zatekî mîna Cenabê Mûsa Eleyhîselam ê ulûl-‘ezm û mezin û hêrsoyî bûbe û çavê wî sûretê mîsalî yê di hukmê kincê wî Melekulmewtê mîsalî ye, derxistibe; (belê, eva hanê) ne mimkûn e, ne asayî ye, ne jî ne maqûl e.
Nêrîna Duduyan ew e ku: Her ferîşteyekî mezin yên mîna Cenabê Cebraîl, Mîkaîl û Ezraîl di şûna lênêrê gelemperî (nazirê umûmî) de ne.. Arîkarên wan yên biçûk yên ji çeşîdên wan yên dişibin wan hene. Û ew arîkarana li gorî çeşîdên aferîdeyan cihê cihê ne. Yên giyanê Salihan (Haşiye-1) distînin cihê ne; yên giyanê neqencan distînin dîsa cihê ne. Wek çawa ayeta
وَالنَّازِعَاتِ غَرْقًا * وَالنَّاشِطَاتِ نَشْطًا
destnîşan dike ku: “Yên giyanan distînin taîfe taîfe ne.” Li gorî vê pîşeyê Cenabê Mûsa Eleyhisselam ji ber wê celaleta xwe ya destnîşan dike ku: “Yên giyanan distînin taîfe taîfe ne.” Li gorî vê pîşeyê Cenabê Mûsa Eleyhisselam ji ber wê celaleta xwe ya zikmakî, ji ber wê mezinayiya xwe ya aferîşî û ji ber wê nazdariya xwe ya li nik Cenabê Heq, şeqamek li cesedê mîsalî yê arîkarekî Ezraîl xistiye, bêguman ne li Ezraîl Eleyhisselam; (ku eva hanê jî) li aqilê mirov dikeve (maqûl e)) (Haşiye-2)