Di rîwayeta Cabir de, Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ferman kiriye:
اِنِّى لَاَعْرِفُ حَجَرًا كَانَ يُسَلِّمُ عَلَىَّ
Hinan gotiye ku “Ew, îşareta li ser Hecer-ul Eswed e.”
Hezretî Aîşe di terîqa xwe de gotiye: “Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ferman kiriye:
لَمَّا اسْتَقْبَلَنِى جَبْرَۤائِيلُ بِالرِّسَالَةِ جَعَلْتُ لاَ اَمُرُّ بِحَجَرٍ وَلاَ شَجَرٍ اِلاَّ قَالَ اَلسَّلاَمُ عَلَيْكَ يَارَسُولَ اللّٰهِ
Mînaka Çaran: Bi neqla sehîh ji Hezretî Ebbas radigihînin ku:
Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, Ebbas û tevî çar lawên wî (Ebdullah, Ubeydullah, Fezil, Qusem) girtin bi perdeyeke ku jê re “mulaet” tê gotin û ser wan niximand. Got:
يَا رَبِّ هٰذَا عَمِّى وَصِنْوُ اَ بىِ وَهٰۤؤُلاٰۤءِ بَنُوهُ فَاسْتُرْهُمْ مِنَ النَّارِ كَسَتْرِى اِيَّاهُمْ بِمُلاَئَتِى
û dua kir. Ji nişkan ve ban, derî û dîwarên xanî gotin “Amîn, amîn” û li duayê îştîrak kirin.166
Mînaka Pêncan: Di serî de kitêbên sehîh ên mîna Buxarî, Ibnî Hibban, Ebû Dawud, Tirmizî, bi muttefiqî ji Hezretî Enes, Ebû Hureyre, Osmanê Zînnûreyn, ji Eşşereyê Mubeşşere û ji Se’îd Ibnî Zeyd radigihînin ku: