ku ji îmamên navdar ên îlmê kelamê ye, neqil dike ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam neçû ba dîrekê, belkî dîrek bi fermana wî hat ba wî. Peyre ferman kir, vegeriya ciyê xwe. 1
Hezretî Ubey Ibnî Ke’b dibêje ku piştî vê bûyera nuwaze, Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam emir kir “Bila dîrekî bixin binê mînberê.” Kirin binê mînberê -heta gava ku Mescîda Şerîf, ji bo tamîrê hat hedimandin-. Wê wextê Hezretî Ubey Ibnî Ke’b ew girt cem xwe, heta ku riziya hat parastin. 2 Hesenê Besrî yê binavûdeng, gava ev bûyera mucîzeyî bi derskî dida şagirtên xwe, digiriya û digot: “Dar ku dar e, mêl û îştiyaqê bi ser Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ve nîşan dide.. Hûn hê zaftir musteheqî mêl û îştiyaqê ne.” 3
Em jî dibêjin ku “Belê, îştiyaq, mêl û muhebbeta li ser wî, bi îttîbaya sunneta wî ya senî û şerîeta wî ya gerra ye.”
Nukteyeke muhîm: Eger were gotin : Di Xezweya Hendekê de, mucîzeya teamî ya ku bi çengek team hezar mirovî têr kiriye û mucîzeya maî ya ku bi ava ku ji tiliyên wî yên mubarek herikiye hezar mirovî heta têr bûne av daye vexwarin, çima mîna vê mucîzeya henînê, bi şeeşeayî û bi gelek terîqan nehatiye neqilkirin? Hal ku hal e, ew her du, di cemaeteke ji vê zaftir de qewimîne.
Bersiva Wê: Mucîzeyên ku derketine, du qism in. Qismek jê, ji bo dane tesdîqkirina Nubuwwetê, di destê Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam de, tên hazirkirin. Henîna Ciz-, ji vî cureyî ye ku sirf ji bo tesdîqa Nubuwwetê, weke huccetekê hatiye zuhûrê da ku îmana mûmînan zêde bike û munafiqan sewqî îxlas îmanê bike; kuffaran bîne îmanê zahir bûye. Ji ber wê, ’ewam û xas, her kesî ew dît; lewra li ser neşra wê, zêde îhtîmam hat kirin.
Lê belê îca ev mucîzeya teamî û mucîzeya maî, ji mucîzeyê zêdetir, keramet e, belkî ji kerametê zêdetir, îkram e; belkî ji îkramê zêdetir li ser îhtiyacê, ziyafeteke rehmanî ye. Ji ber wê, her çendî ji doza Nubuwwetê re delîl e û mucîze ye; bes meqseda eslî, artêş