Şeytan dibêje:
“Ez nikarim li hemberî van bimînim, nikarim xwe biparêzim. Bes gelek ehmeq hene li min guhdarî dikin; û gelek şeytanên di sûretê însanan de ne hene ku alîkariya min dikin û ji feylesofan gelek Fîr’ewn hene ku meseleyên ku bi hesaba enaniyeta wan tê dersê jê werdigrin. Ji belavbûna gotinên mîna yên te re dibin asteng. Ji ber vê çendê ez çeka xwe teslîmê te nakim.
سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَۤا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ