Pêşîkî Piçûk
Xwedayê Karînkarê Zana û Hostayê Huwîdedar, bi rêzan û dûzana ku adetên wî yê di rewşa qanûntî yê da yan rava didinê yê va karîn û huwîdeya xwe û tu rasthatinekî di karê wî nagerinê rava dide. Çawa ku, bi derketên qanûnekî va û bi têşikên adetê xwe va û bi veguheranêd çehreyê va û bi cihêkên qeratûyan va û bi guherana çaxa xuyan û daketinê va daxwaz û xwestina xwe û kirinkarê hilbijarbûyina xwe û hilbijartina xwe û di bin tu bendekî nebûyîna xwe rava dide. Tu bendekî nebûyîna xwe rava dide, perda yekdûzanê yê ditişîne û her tişt, di her karê xwe û di her tiştê xwe da bal Wî va neçar û ji xwedatiya wî ra olamkarbûyîna wî eşkere dike. Bi wê yekê va bêagahtiyê belav dike. Nêrîna meriv û cinna ji pêwendan da bal pêwendekar va dizivirîne. Axiftên Quranê li vê hîmê dinêrin.
Bi awayê nimûne va: Li pirê ciyan da hinkê darên meyweber, salekî meywe dide,-dibê, ji gencîna banînekî da ji destên wî ra tê dayînê, ew jî dide-, sala dinê dema ku hemî pêwendên xuyakî amade ne, meyweyê nagire û nade. Hem bi awayê nimûne va: -Ji tiştên divêk ên mayîn ra cihêyane- çaxên hatina baranê, ew çend veguherîn in ku ketine nav pênc veşarîkan da. Lewra di hebûnê da ciyê hêjatir yê jiyan û banînkî ye. Baran jî ji bo ku kana jiyanê û sade banîn e, her hemin ew ava jiyanê û ew ava banînkî di binika yekdûzaniya ku gêjaniyê dide û perdeyeyê da nakeve. Belkî rasta rast va Xwedayê Mezinkarê Qencîdayê Jiyankar û Banok û Banînkar, ewê bêperde va bi destê xwe da bigre; ta ku her çaxî deriyên niyaz û şabaşê vekirî bihêle. Hem bi awayê nimûne va, xurekdayîn û çehrekî arizîdayîn mînanî rêçika yek qenciyê ariziyê di awayê nehêviyê da bûyîna wî, di çehrekî çi rind da xwestin û hilbijartina Xwedê rava didin. Êdî karên Xwedê yê wekî vegerandina hewayê û olamandina hewrayê li vana hendaz bike.
***