GOTINA BÎST Û NEHAN
Ji teraziyên nivîsoka ronayiyê û ji radarên baweriya cîhana dawiyê
Gotina Bîst û Neha, di warê mayîna rewanê û periyan û roja komandinê da ye..
اَعُوذُ بِاللّٰهِ مِنَ الشَّيْطَانِ الرَّجٖيمِ
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
تَنَزَّلُ الْمَلٰٓئِكَةُ وَالرُّوحُ فٖيهَا بِاِذْنِ رَبِّهِمْ ۞ قُلِ الرُّوحُ مِنْ اَمْرِ رَبّٖى
Ev warga, ji du xwezgahên hîmên û pêşîkekî da hevdu girtiye.
Pêşek
Hebûna periyan û rewanîkan, bi hindê hebûna meriva û jiyandaran va birrake tê gotinê. Erê, mînanî ku di nerdîwana Yekiya Gotina Panzdeha da hatiye ravandinê, bingeh birrakî va dixwaze û huwîde, bi rastiyê va divê ku, wekî zemînê, cîdarên asîmana jî hebin û cîdarên wê yî bihîkdar hebin; û ewan cîdaran ji wan asîmana ra hevwar bin. Di zimanê rêzika Xwedê da ji wan cîdarên gelek pirr curre celeb ra perî û rewanîk, tên navdayînê.
Erê, bingeh wiha dixwaze. Lewra ev zemîna me, bi tevê piçûkî û hûrikiya xwe ya li gorî asîmana da yî va, bi çêkberên bihêkdar va tijîkirina wê, gah gaha valakirina wê û ji teze da, bi bihêkdarên teze va şênkirina wê, awir dide, belkî rava dide ku, evan asîmanêd xudanê gelên çagirînê, mînanî koşkên sosik jî, bi jiyandarên roniya roniya hebûnê va û bi çêkberên bihêkdar û hişdarên tava jiyandara va her hemin tijî ne. Ewan çêkberana jî, wekî meriv û cina, gerranvanê vê seraya cîhanê ne û nêrîndarê vê nivîsîka heyîkan e; û ravakarê vê padîşahiya Xwedatiyê ne. Bi perestinê xwe yê hemîşekî û giştanî va tesbîhên hebûkên mezin û hemîşkiyê cîhanê, rava dikin.