Xwazgaha Diduya
Di warê rabûn û mirina vê cîhanê û jîna cîhana dinê da ye.
Çar hîmê vê Xwazgahê û pêşîkekî wê yê nimûnandinê hene.
Pêşek:
Çawan ku di warê serakî yan bajarekî da yek doz bike ku, “Ev seraya, yan bajêra, ew ê were hilşandinê, ji teze da, di rewşekî sitûr da were avakirin û çêkirinê.” Her hemin li hemberî doza wî da şeş pirs cêrge digirin.
A yekê: Ji bo çi ew ê were hilweşandinê, ma pêwend û xwazdar heye? Eger got: Erê heye û rava da.
A diduya: Pirsekî wiha tê ku, “Ma Hostayê ku viya hilşîne û ava bike karînkar e, ma dikare bike? Eger got erê, dikare bike” û rava kir.
A sisêya: Pirsekî wiha tê ku: Ma hilşandina wê çak e? Hem paşê ma ew ê were hilşandinê? Eger got erê, çakiya hilşandina wê, hem bûyîna wê rava kir, du pirsê dinê jî bi ser wê da tênê ku:
Ma gelo ji teze da avakirina vê serayê yan jî bajarî, çak e? Eger çak be, ma gelo ew ê were avakirinê? Eger got erê, vana jî rava da wî çaxî di tu alîkî da di tu goşekî vê pirsikê da qulek û borakekî namîne ku guman û mînan û şewşewe bikevê.
Êdî wekî vê nimûnandinê ji bo hilşandin û avakirina seraya cîhanê û bajarê heyîkê ra xwazkar heye, karkir û hostayê wê karînkar e, hilşandina wê, çak e û ewê bibe û avakirina wê çak e û ewê bibe. Êdî van pirsikana, ewê ji hîma yeka şûn da werin ravakirinê.
HÎMA YEKÊ: Rewan birrakî va payîdar e. Heman hemî rêdarên ku hebûna periyan û rewanîka, di Xwazgaha Yekê da rava didiyan, ji vê pirsika me ya mayîna rewaniyê ra jî, rêdar in. Li bal min da pirsik, were birrak e ku gotina pirr dibe beyhûde. Erê, rewanêd payîdarî bê birgeyê ku di koçwarê navberîkî da û di koçwarê rewanan da hene û ji bo çûyîna bal cîhana dawîn vayî ra di payiyan.