karînê va bê çewtî û bê kêmasî va nivîsandin, mora yekî tek û yekta ye, ji wê yekê da bi vê ayetê da yekîtiyê, wekî rojê rava dide; digel ku mînanî hilatin û avaçûyîna rojê, hêsa û birrak, rakirin û komandinê rava dike. Êdî, di nuxta tewşa di axifta
كَيْفَ
yê da vî bingehî yê rava dide; çawa ku pirr sûretan da bi vexistin va dibêje. Bi numûneyê va, di sûreta
قٓ وَ الْقُرْاٰنِ الْمَجٖيدِ
yê da bi rava dayînekî were ronak û rind û şirîn û bala va komandinê rava dide ku, mînanê hatina biharê yê, di çehrekî birrak da baweriyê dide. De binêre: Ji gotina gawiran ra ku jiyandina hestiyên riziyî bawer nakin; dibêjin: “Eva sosret e, çênabeyî” ra bersivane:
اَفَلَمْ يَنْظُرُٓوا اِلَى السَّمَٓاءِ فَوْقَهُمْ كَيْفَ بَنَيْنَاهَا وَ زَيَّنَّاهَا وَمَا لَهَا مِنْ فُرُوجٍ …
الخ كَذٰلِكَ الْخُرُوجُ
yê va ferman dike. Axiftina wê wekî avê dikişe, mînanê stêrkan diayîse; ji dil ra wekî xurma, hem keyfê, hem noşê dide, hem dibe xurek.
Hem ji naziktirê numûneyêd wargê ciyandinê da dibêje:
يٰسٓ ۞ وَالْقُرْاٰنِ الْحَكٖيمِ ۞ اِنَّكَ لَمِنَ الْمُرْسَلٖينَ
Dibê: “Ez bi Qur’ana huwîdedar va sond dixum ku, tu ji peyxemberan î.” Ev sonda awir dide ku, ravadara peyxembertiyê, wusan rast û durust e ku, di rastiyê da bal ciyê mezinatî û rûmetê va hilkişyaye ku, bi wî va sond tê xwarinê. Êdî, bi vî awirî va dibêje: “Tu peyxember î. Lewra di destê te da Qur’an heye. Qur’an raste û gotina Xwedê ye. Lewra di navê da huwîde ya bingehîn, li ser da mora ahestandinê heye.”
Hem ji numûneyêd kurt û ahistekarê wargê ciyandinê da eva ye:
قَالَ مَنْ يُحْيِى الْعِظَامَ وَهِىَ رَمٖيمٌ ۞
قُلْ يُحْيٖيهَا الَّذٖٓى اَنْشَاَهَٓا اَوَّلَ مَرَّةٍ وَهُوَ بِكُلِّ خَلْقٍ عَلٖيمٌ
Dibê, “Merif dibêje; kê yê hestiyên rizî vejîne? Tu bêje: Kê, di serî da wana çêkiriye, jiyan dayê ew ê wana vejîne.” Mînanê ku di nimûna Bingeha Neha ya Gotina Deha da hatiye ravadayînê ku; kesekî, li ber çava da di rojekî da ji teze va, ordiyekî mezin kom dike, di wê tewşê da yek bêje;