Kitaplar
Koma Gotinan

   Hem hemû merivên ku tu bi wan ra peywendarî û bi çûyina wan va jankarî, xwedakî ku wana di hengama mirina wan da ji tariya hîçiyê riha dike, di ciyekî ji vê cîhanê rindtir da bi cî dikeyê ji navên wî yên cîgir û şandayî ra û ji bernavên wî yên Mayîndar û Bexişkar û Jiyankar û Qencîkar ra çerrê rewanê te xwestekar e, tu tûj binêrî, dizanî!

   Êdî mirov ji rûyê ku bingehîka wî bala ye û aferîka wî fireh e, bi hezaran cûreyê xwestegiyan va ji hezaran yek navê Xwedê ra ji pir cêrgên her navekî wî ra aferîkane xwestekar e, xwestekiya duta, arzûtî ye. Arzûtiya duta hezkirin e, hezkirina duta jî evîn e. Li gorî gihîştina rewanê da cêrgên evînê li gorî cêrgên navên Xwedê da dibişkivin. Ji  hemû navan ra evîn jî, ji bo ku ewan navana rewş û ayîsana xwedayê mezinkar in, ji wî rûyî da bal evîna xweganî va dizivire. Niha em ê sade bi awayê nimûne va, ji hezar û yek navên Xwedê da sade navên Dadger û Dawer û Çêkdar û Banînkar ji hezar û yek cêrgeyî da cêrgekê rava bikin. Weha ku:

   Tu di çembereke mezintir da dîtina navê Banûk û Banîk û Çêkdar- yê di nav huwîde û dadê dayî dixwazî, li vê nimûnê binêre: Çawa ku em di ordiyekê da hebûna çarsed gurûhên cihê dihoşin ku her gurûhekê çekên wê yên begem dikeyî cihê ne; û xurekên wan ê ku li xweşê wan diçin cihê ne; û sîlahên wan ê ku bi hêsanî va bixebitînin cihê ne; û dermanêd wan êku ji xûyê wan ra bibin derman cihê ne. Digel ku wan çarsed gurûhan bê cihêkirina deste û bêlûkên cihê cihêyî va belkî di nava hev da wana, ji pir telîzan û banîna Xwedê û ji karîna xwe ya têşik da û ji zanîn û çemberandina xwe ya ahestekar da û ji dadî û huwîdeya xwe ya bala da tek padîşahekî bêheval tu yekê wan şaş nake û tu yekê wan ji bîr va neke. Wan hemûyan cihê cihê ji wan ra çek û xurek û derman û sîlahê wan ê hêjayî, bê alîkar bi xwe bi xwe bide. Ew padîşahê bala, ma gelo padîşahekî çerrê karînkar û telîzdar û dadyar û bexişkarebûna wî tu dizanî û fehm dikî. Lewra di tabûrekê da ji deh gelehan da meriv hebin, wana cihê cihê poşandin û leşandin pirr zor e. Ji  wê yekê da bi neçareyê va ji çi celebê da dibe bila bibe, di awakî da tê çikandinê. Êdî werrê jî tu dîtina tîrêj a navên Xwedê yê Bingehdar û Banûk û Banîkî di nav dade û huwîdeyî da dîtina wî dixwazî. Li ordiya giya û jiyandarên hevgirtî yê çarsed hezar gelehên çagirînê ku di demgeha biharê da li rûyê zemînê da çadirên wan sazendiyana binêre ku, ewan hemî gelehan wan gurûhan tevî ku di nav hev da ne, potê her yekê cihê ye û xwurekê wê cihê ye û çekê wê cihê ye, awayê jiyana wê cihê ye. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601602603604605606607608609610611612613614615616617618619620621622623624625626627628629630631632633634635636637638639640641642643644645646
Fihrist
Lügat