wî tiştekî wekî hîçê ye. Goya çembera sermiyan û karîna wî, destê wî bal kuderê va bigihêje ew çend e. Lê umîd û arzûyên wî, derd û kulên wî, çembera wan, çav û xeyala wî bal kuderê va bigihêjin û bi hindê ku diçinê yê fire ye. Canê merifa yê ku ev hind ahest û jar e, belengaz û bêçare, ji wî ra perestin û spartin, yekitî û destdanîn, çi hind karek û bextiyarîkî û nîmetekî mezin e. Yê ku hemî hemî kor nîne, dibîne û dizane.
Xuya ye ku, rêya bêteşqele, çendan ji deh caran carekê be, di ser rêya biteşqele da tê girtinê. Tewş ev e ku, pirsika me rêya perestinê, digel bêteşqelebûnê va ji deh caran carekê, gencîna bextiyarîkî timanî heye. Herçêke rêya serkêşî û guhnedetiyê, heta bi gotina merifê serkêş va jî, bêkar e. Di wê tewşê da ji deh caran neh caran, helaketa bedbextiya timanî heye ku bi guwahiyanhiya merifên arizîtî û dîtiniyên bêjimar ê di cêrga komanî û yekdestî va cîdar e û bi agahandinê merifên çeşinî û bişkifanê va payîdar e.
A pêdabûyî ew e ku, mînanê cîhana dinê yê bextiyariya cîhana hanê jî, di peristinê da ye û di eskerbûna ji Xwedê ra yê daye. Wekî werre ye, gerekî em tim َ
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلَى الطَّاعَةِ وَالتَّوْفٖيقِ
yê bibêjin û ji misilmanbûna me ra şabaş bikin.
***