Kitaplar
Koma Gotinan

Di destavêtina balê da di destê min ra diçûn, xûn dikirin. Bi çûyina tranê va ji cihêtiya wan da destê min perçe dikirin. Ji  min ra pirr biha diketin. Ji  nişkê va olamkarekî di trênê dayî got:

   “Pênc pera bide, ezê ji te ra ji wan kulîlk û meywan bi hindê ku tu dixwazî ezê bidim te. Di şûna pênc pera da bi perçebûna destê te va tu sed pereyî ziyan dikî. Hem jî azirandin heye. Tu nikarî bêdestûr va jêbikî.”

   Ji nişkê va ji rûyê tengasiyê da min got ka çi çaxê tunêlê riha bibe, min serê xwe derxist. Li pêşiyê nêrî. Min dît ku di şûna deriyê tunêlê da pirr qulik dixuyên. Ji wê trana dirêj da bal wan qulikan va merif tên avêtinê. Min li hemberî xwe da qulikekî dît. Li her du aliya da du kêlik hatine tîkandinê. Min bi meraq va tûj nêrî, min dît ku li wê kêlikê da bi tîpên mezin va navê Seîd nivîsiye. Min ji ahîn û gêjaniya xwe da heywax got. Ji  nişkê va min dengê wî merifê ku li ber deriyê wê xanê da li min pend kiribûyî, min bihîst. Got ma hişê bal serê te va hat? Min got erê hat. Lê hêz nema. Çare tune.” “Poşman bibe. Xwe bispêre.” Min got: “Min kir.” Ez hişyar bûm. Min dît Seîdê Berê winda bûye, min xwe wek Seîdê Teze dît.

   Êdî, ezê wê bûyika xeyalkî –Xwedê baş bike-kerîkî dudu yê vexînim. Aliyêd mayin tu bixwe vexîne. Ew rêwitiya rêwitiyekî ku ji cihana rewana da ra û ji zikê makê da ji ciwaniyê da ji piraniyê da ji gorê da ji navberê da ji bergaha komandinê da û ji pirê ra derbas dibe da bal ebeda ebedan va diboreye. Ew şêst zêrana jî şêst sal jiyane ku çaxa min vê bûyikê dît, min xwe di çil û pênc sala da guman dikir. Belga min tuneye lê ji bo ku ji panzdehên mayî nîvê wî ji roja dawîn ra bixebitînimê yê ra şagirtekî zelalê Qurana huweydar rê ravayî min da. Ew xana jî ji bo min ra Îstenbol bûye. Ew trana jî dem e. Her salekî vagonekî ye. Ew tunêla jî jîna cîhanekî ye. Ewan kulîlk û meywên bi sitirî jî kêfên ne li rê ne, lîstikên heram in ku di navbera lihevrashatinê da êşa di hoşina çûyinê da dilê xûn dike, di cihêtiya wan da dilê parçe dike. Sezayê dide kişandinê.

   Olamkarê tranê gotibû: “Pênc pere bide ezê ji wana bi hindê tu dixwazî ezê bidim.” Vexistina wê ev e ku kêf û noşên ku merif bi xebata xwe ya helal va di çembera rastiyê da dibîneyê, ji kêfa wî ra bes e. Ji ketina di heramê dayî ra divêkiyê nahêle. Keriyên dinê yê tu dikarî vexînî. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601602603604605606607608609610611612613614615616617618619620621622623624625626627628629630631632633634635636637638639640641642643644645646
Fihrist
Lügat