“Hûn çi dibêjin?”, her heman tu yê bibihîzî ku, “Ya Celîl, ya Celîl, ya Ezîz, ya Cebar” dibêjin. Paşê, ji canberên piçûk û ji çîjekên ku di nav deryayê û li rûyê zemînê da bi banîn û telîzanî va yên Xwedê kirinê yê bibpirse, bibêje: “Hûn çi dibêjin?”, her heman ew ê “ya Cemîl ya Cemîl, ya Rehîm ya Rehîm” bibêjin. (Haşiye) Li asîmanî guh bide, çawan “ya Celîl Zu l-Cemal” dibêje û li zemînê guhbide, çawa dibêje: “Ya Celîl Zu l-Cemal” û li canberan tûj binêre, çawan “Ya Rehman ya Rezaq” dibêjin. Ji beharê bipirse, binêre: Çawan mînanê “Ya Henan ya Rehman, ya Rehîm, ya Kerîm, ya Letîf, ya Etûf, ya Musewir, ya Munewir, ya Muhsin, ya Muzeyin”î. Pir navan bibihîzî û ji merivekî meriv da bipirse, binêre: Çawan hemî navêd xweşik dixûne û li eniya wî da nivîsandî ye, tu jî, tûj binêrî, dikarî bixûnî. Goya cîhan, mûzîkekê zikrê yê mezin e, bi têkilbûna ahinga piçûktir bi ahingêd girtirîn va naziyekî çagrîn dide û bi vî awayî va lê bipîve. Lê, gerçi (çendan) meriv, ji hemî navan ra xuyagah e. Lê, cûretiya nava ya ku cûretiya heyîkan e û cihêtiya peristinêd periyan çirîkandiye yî, ji cêrgekî cûretiya meriva ra jî, bûye peywend. Rêzikên cûre cûre yên pêxemberan û rêçikên cihê cihê yên rewşendilan û avrêkên celeb celeb ên hişzelalan, ji vê razê da derketine. Bi nimûneyê va: Îsa - xweşî lê- bi navêd mayîn ra navê Karînkar di wî da serdestir e; û di merivên xudanê evîniyê da navê Evîndar; û di merivên xudanê hoşanî da navê Huwîdedar pirtir dawer e. Êdî: Çawan eger merivekî, hem xoce, hem supahî, hem nivîskarê dadgahê, hem nêrîngerê kişweriyê ye, di her çemberekî da yek olama wî û yek karê wî û yek jînakê wî û yek pirsberiya wî û yek hilkişanê wî