Ya Duduyan: Divê mirov Îslamiyetê ji çîrok, îsraîlîyat û serhişkiya ziwa xilas bike da ku wê zengar nekin. Belê, taybetmendiya Îslamê; metanet e, berxwedan û dîndariya teqez e. Îslam ne teassub û serhişkî ye ku ji nezanîn û tunebûna muhakemeyê çêdibin. Bi fikra min, teassuba herî dijwar bi hinek muqellidên Avrûpayê re heye: Ew di gumanên serrû de jî bi serhişkî israr dikin. Ev ne ji taybetmendiya alimên ku xwe bi delîlê digirin e.
Ya Sisêyan: Ji bo ku xweşikî û feydeyên meşrûtiyetê belav bibin, divê mirov deriyekî vebike. Belê, di nav Kurdan de niyeteke ku zirarê bide meşrûtiyetê tune, lê eger neyê ecibandin, sûd jî jê nayê wergirtin û hingê hê bi zirartir e jî. Eger nexweş guman bike ku derman jehrkirî ye, helbet wê nexwe.
Ya Çaran: Ji bo ku mirov perwerdeya nû bixe nav medreseyan divê mirov rêyekê vebike û çavkaniyeke zanistê ya safî û zelal vebike da ku ehlê medresê jê nefret nekin. Min gelek caran gotiye: Têgihiştina xirab û gumankirina bêyom bendek kişandine pêşiya vî tiştî.
Ya Pêncan: Min sed carî gotiye, ezê dîsa jî bibêjim: Li feydeya ehlê medresê, ehlê mektebê û ehlê tekkeyê ye ku meyla hev bikin, danûstandina fikrî bikin û qet nebe di armanca xwe de bibin yek. Ma xweya nake ku cudabûna bîrûbaweriya wan û cihêbûna ramanên wan mixabin yekîtî peşkilandine û pêşveçûn rawestandine? Lewra her yek ji wan di pîşeyê xwe de ji xwe qayil e û ji ber ku pîşeyê hevalê xwe baş nizane îfrat û tefrîtê dike. Yek îddîa dike ku yê din jirêketî ye, ew jî îddîa dike ku yê din nezan e.
Welhasil: Eger Îslamiyet li derve bi şikil bibe; wê aliyekî wê xwendegeh, odeyeke wê medrese, qûncikeke wê tekye û salona wê jî navenda hemiyan be. Yê mecliseke şêwrê ya wisa be ku her endamekî wê kêmasî û valahiya yê din tije bike û bi şiklê qesreke asê û nûranî li ber çavan xuya bike. Çawa ku neynikek li gora xwe rojê temsîl dike, ev Medresetu’z-Zehra jî ji derve wê qesra îlahî temsîl bike.
(İçtimaî Dersler: 144-145)
***