Pirs:
الَّذيِنَ اَمَنُوا وَعَمِلُوا
Ev tabîra ku ji “sile” û “mewsûl” pêk hatiye û ji “sîxeya îsmu faîl”
اَلْمُوئْمنيِنَ
dirêjtir e, îşaretî bi bal çi ve dike?
Bersiv: Ev îşaretî bi bal “sile” û “mewsûl”ên ayeta ku di serê sûret de bi awayekî berfireh
اَلَّديِنَ يُوئْمِنوُنَ
(heta bi dawiyê) hatî gotin ve ye da ku tişta li wir bi berfirehî hatî gotin, li vir bi kurtayî bête diyarkirin.
Pirs: Di serê sûret de cumleyê ku
اَلَّذيِنَ
digel “sile”yê xwe tê de ye, bi şiklê “mudari‘” ango dema bê û niha hatiye zikirkirin, lê li vir bi “sîxeya madî” yanî dema buhurî hatiye zikirkirin. Sebebê vê çi ye?
Bersiv: Li wir meqam yê teşwîqkirin û pesindayina îmanê û amelê salih e, “sîxeya mudari‘” munasibê wê ye. Lê li vir meqam yê mukafat û ucretdayinê ye. Li vir “sîxeya madî” munasib e, lewra ucret piştî xizmetê tê dayin.
وَعَمِلوُا
Ev
و
herfa etfê ye. Çawa ku di navbera herdu aliyên etfê de munasebet lazim e, newekhevî jî lazim e. Li vê derê, newekheviya ku di navbera wan de ye, li dijî mezhebê Mu‘teziliyan e. Ev ayet îşaret dike ku amel ne ji îmanê ye, lê îmana bêyî amel jî têrê nake. Tabîra
عَمَلْ
îşaret e ku ew jî weke ucreta ku tê mizgîndayin e.