Kitaplar
Rêbera Xizmetê

   Ehlê jirêketinê dixwazin ji “ezîtî”yê îstîfade bikin û birayên min ji min dûr bikin. Bi rastî jî di însan de aliyê herî zeîf û herî talûke “ezîtî” ye. Bi mizdana wê dikarin pir tiştan bidin kirin.

   Birayên min! Diqqet bikin bila we ji xwe re nekin nêçîr, bi “ezîtiyê” li we nexin. Bizanibin ku vî zemanî ehlê jirêketinê li ezîtiyê siwar bûne û di newalên rêwenda de dibezin. Ehlê heq divê ji mecbûrî dev ji “ez”ê berdin û ji heqiyê re xizmetê bikin. Di bikaranîna “ez”ê de mafdarî hebe jî, madem mirov dibe mîna kesên din, ew jî mirov mîna xwe nefsperest dizanin. Divê mirov dev ji ezîtiyê berde, yan na li hember xizmeta heqiyê neheqî çêdibe.

   Digel vê jî ev xizmeta ku em li dora wê civîne “ez”ê qebûl nake, “em”ê dixwaze. Dibêje, “Nebêjin ez, bibêjin em.” Helbet qenaeta we heye ku ev birayê wê yê feqîr ne bi “ez”ê derketiye meydanê. We ji “ez”a xwe re nake xizmetkar. Nîşanî we daye ku xizmetkarekî Qur’anê yê bê-”ez” e. Ji xwe re kiriye kar ku xwe neecibîne û nebe terefdarê “ez”a xwe. Ji xeynî vê jî bi şiklekî vebirî ji we re îsbat kiriye ku ew berhemên wî nivîsîn malê mirî ne, tu kes nikare xwedîtiya li wan îddîa bike, ango ji feyza Qur’ana Hekîm in.

   De ka em bibêjin ku ez bi “ez”a xwe li wan berheman xwedî derdikevim. Wê demê mîna ku birayekî min jî gotî, madem ev deriyê rastiyên Qur’anî vebûye, divê li kêmasî û negirîngiya min neyê mêzekirin. Ji ber ku ehlê ilm û kemalê li pişta min nînin, divê kes xwe jê dûr neke û nebêje pêdiviya min bi wan tune. Berhemên selefên salih û alimên lêkolîner çendîn ku xezîneyeke mezin in û têra her derdî jî dikin, lê carna wextin hene ku mifteyek ji xizîneyekê jî girîngtir dibe. Lewra xezîne girtî ye, lê mifteyek dikare gelek xezîneyan vebike.

   Bi texmîna min wan zatên ku “ez”a ilmî pir bi wan re hebû jî fêhm kirin ku Sozlera çapbûyî mifteyeke heqîqetên Qur’anê ye û weke şûrekî elmas li serê înkarkerê wan dikeve. Bila ew zatên ehlê fezl û kemalê ku ezîtiya ilmî bi wan re heye bizanibin ku ne ji min re, lê ji Qur’ana Pîroz re dibin şagirt, ez jî hevaldersekî wan im.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582
Fihrist
Lügat