Şêxê Hîzanê: Navê wî yê eslî Seyyid Elî ye. Di dema Sultan Reşad de, di bûyera serhildana li dijî Meşrûtiyetê de hatiye girtin û îdamkirin.
Şîe (Şîî, Şîîtî): Mezhebekî îtîqadî û siyasî ye. Di ferhengê de maneya “şîe”yê dost û alîkar e. Peyrewên vî mezhebî li Îranê, Îraq û Bakurê Yemenê ne. Dîsa civatên şîe li Sûrî, Lubnan, Rojhilatê Efrîqayê, Bakurê Hindistanê, li herêmên wê yên Bombay û Dekkanê û li Pakistanê jî hene. Li gorî Şîeyan Hz. Elî ku kurap û zavayê Pêxember bû, warisê wî yê manewî ye, di pey Pêxember re jî xelîfetî heqê wî bûye û loma jî hersê xelîfeyên ku li civata Îslamê serwerî dikirin, ne meşrû ne. Di nav şîeyan de jî, digel mezhebên sereke; Îmamî, Zeydî û Îsmaîlî gelek şax û firqeyên din yên cuda jî hene.
Şîî: Binêre: Şîe.
Tahirî (Mutlu): Di sala 1902an de li Atabeya qezaya Ispartayê hatiye dinyayê. Di sala 1935an de ketiye nav daîreya xizmeta Rîsaleyên Nûr. Hinek beşên Rîsaleyên Nûr çap kirine û ji Ustad Bedîuzzeman re birine. Di hebsa Denizliyê (1943) û ya Afyonê (1948) de bi Bedîuzzeman re girtî maye. Bi salan tevî malbata xwe di nivîsandina Rîsaleyên Nûr de ked kiriye. Tahirî di sala 1977an de wefat kiriye.
Teftezanî: Binêre: Se‘dê Teftezanî.
Tehsîn (Aydin): Di sala 1917an de li Tiloya bajarê Sêrtê hatiye dinyayê. Di sala 1938an de tevî malbata xwe koçberî Kastamonuyê bûye û di eynî salê de jî li wir Bedîuzzeman nas kiriye. Di nivîsandin û serrastkirina Rîsaleyên Nûr de keda wî jî heye. Tehsîn Aydin di sala 1981ê de li Rihayê wefat kiriye.
Telhe (r.e.): Navê wî yê tam Telhe b. Ubeydullah e û yek ji sehabiyên eşereyê mubeşşere ye ku bi çûyina Bihiştê hatine mizgînkirin. Telhe bi comerdî û fedakariya xwe meşhûr bûye. Beşdarî gelek herban bûye, xwe ji Pêxember (e.s.w.) re kiriye weke mertal û ew parastiye. Di sala 36ê hicrî de, di Bûyera Cemelê de şehîd bûye.