Hiş û fikrê mirovan ji mezinbûna Xwedê re nikarin bibin pîvan, ji bêqusûriya wî re nabin mîzan. Herdu jî ne ewqas kûr û pêşveçûyî ne ku navgînekê ji têgihiştina wesfên wî re peyda bikin. Tenê mirov dikare ji encama ku ji temamê kar, huner û berhemên Xwedê çêdibe li mijarê mêze bike. Belê, zerre dikare [ji sifetên Xwedê re] bibe neynik, lê nikare bibe pîvan. Ji ber vê sebebê jî mirov nikare Xwedê bi mumkinatê re [hemî tiştên ku hebûn û tunebûna wan bi yekî din ve girêdayî ne] muqayekese bike û mumkinatê jê re bike pîvan. Ev şaşî û nezanîna herî mezin e. Lewra ferqa di navbera wan de bi qasî ferqa navbera erd û ezman e.
Belê, ji muqayesekirina wacib bi mumkin re tiştên pir xerîb û mesqere derdikevin. Mesela ji ber vê pîvana xapînok; xwezaperest mecbûr mane ku tesîra heqîqî bi sebeban ve girêbidin, Mutezilî mecbûr bûne ku çêbûna kirinan bi evdan ve girêbidin û Mecûsiyan jî dîsa ji mecbûrmayinê xirabî bi xwedayekî duyem ve girêdane. Li gorî baweriya wan ya şaş; ji ber ku Xwedayê Mezin, Rebbê Alemê pak e, guya tenezzulî tiştên weha nerind û beredayî nake. Naxwe kesên ku aqilê wan bûye esîrê gumanên wan, encamên weha mesqere çêdikin.
Hişyarî: Di nav bawermendan de jî kesên ku bi weswesê tûşî van gumanan dibin hene, divê mirov diqqet bike.
(İşaratu’l-İ’caz: 87)
***
Mijara Pêşîn:
إِنَّ كَيْدَ الشَّيْطَانِ كَانَ ضَعِيفًا
Ey nefsa min ya ku ji ber xirabiya weswesê bêhêvî bûye! Ew xeyalên ku di hişê mirov de çêdibin û ew tiştên xeyalî ku têne bîra mirov cûreyek ji şikl û teswîrên ne-îxtiyarî ne.