Yek ji sed delîlên ku Rîsaleyên Nûr ewlehî, azadî û edaletê temîn dike, Rîsaleya Mêweyan e ku mîna parêznameya Rîsaleyên Nûr e. Bila lijneyeke ilmî û civakî ya bala lêbikolê, eger min tesdîq neke, ez ji her cûre ceza û îdama bi îşkence re amade me.
(Şualar: 329)
***
Em jî ji we dipirsin: Ev zendîq û munafiqên dijminên me ku we dixapînin, dadgehê şaş dikin û bi şiklekî ku zirarê dide millet û welat hukûmetê bi me ve mijûl dikin; navê “cumhûriyet”ê li zordestiya mutleq dikin, jidînderketina mutleq di bin rejîmê de vedişêrin, navê “medeniyet”ê li sefaheta mutleq dikin û ji zora keyfî û kufrî re jî dibêjin “qanûn”. Bi van tevgerên xwe hem we dixapînin, hem hukûmetê mijûl dikin û hem jî me perîşan dikin. Ew li ser hesabê biyaniyan derbê li hakimiyeta Îslamê, millet û welat dixin.
(Şualar: 335)
***
Ji bo ku êrîşî me bikin; navê “cumhûriyet”ê li zordestiya mutleq kirin, zordestiya mutleq di binê rejîmê de veşartin, ji sefaheta mutleq re gotin “medeniyet” û ji zora keyfî û kufrî re jî gotin “qanûn”. Hem em perîşan kirin, hem hukûmet xapandin û hem jî badîhewa dadgeh bi me ve mijûl kirin. Em wan hewaleyî qehra Qehharê Zulcelal dikin û ji bo ku em xwe ji şerrê wan biparêzin, xwe diavêjin keleha
حَسْبُناَ الَّلهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ
(Şualar: 450)
***
Yek ji sebebên ku di vê zivistanê de evqas êşên elîm bi min didin kişandin ew e ku ez alîkariya Firqeyên Serbest nekim da ku zordestiya mutleq ya Selanîkiyan bi wan kêm nebe.