Lewra ew xizmetkarekî sadiq yê Qur’ana Kerîm e û neferekî fedaî û qehreman e ku li ser sînorên îmanê nobedariyê dike. Ew bi xwe vê rastiya han bi gotineke kin îfade dike: “Dema ku neferek li nobetê be, qumandar jî were ew sîleha xwe bernade. Ez jî xizmetkarekî Qur’anê me û neferek im. Dema ku ez li ser kar bim, kî derkeve pêşiya min bila derkeve, ezê jê re bibêjim rastî ev e, ez serê xwe natewînim...”
(Tarihçe-i Hayat: 19)
***
Sebir, Sebat û Berxwedan
Pirsa we ya Çaran: Hikmet û armanca
إِنَّ اللّهَ مَعَ الصَّابِرِينَ
çi ye?
Bersiv: Rebbê Alemê li gorî daxwaza navê Hekîm, di tiştan de tertîbeke weke pêpelûkên merdîwanekê çêkiriye. Kesê bêsemax ji ber ku bi îhtiyat tevnagere; yan di ser pêpelûkan re diqevize, dikeve; yan jî tenê bi hinekan ve hildikişe, nagihe serê ban. Ji ber vê jî hirs sebebê mehrûmiyetê ye. Sebir jî mifteya pirsgirêkan e, loma jî ev gotina han bûye derbûmesel:
اَلْحَريِصُ خاَئِبٌ خاَسِرٌ وَالصَّبْرُ مِفْتاَحُ الْفَرَجِ
Naxwe alîkarî û biserxistina Xwedê bi mirovên sebirker re ye. Lewra sebir sê cûre ye:
Yek jê: Mirov xwe ji gunehan dûr bike û sebir bike. Ev sebra han teqwa ye; mirov ji vê ayeta han re dike mezher: