Ji rîwayeta hedîsê tê fêhmkirin ku di axirê zeman de, ji ber ku tu kes nîkahê naxwaze û li gorî wê tevnagere, yê qîmeta jinan wisa bikeve, bêxwedî û bêqîmet bibin ku mêrek yê li çil jinî mêze bike. 1
Madem rastî ev e, madem her keseke bedew ji bedewiya xwe hez dike û heta ku jê tê dixwaze wê biparêze û madem xweşikî nîmetek e û eger ji nîmetê re şukir bike manen zêde dibe, eger şukir neke, diguhere û nerind dibe. Naxwe helbet jina ku aqilê wê hebe, yê husn û cemala xwe jehr neke û neke sebebê kirina gunehan. Yê wê nîmeta Xwedê ku lazim e ji bo wê şukir bike, neke sebebê ezabdîtinê. Herweha ew jina fanî ji bo ku xweşikiya xwe ya neh-deh salan baqî bike, wê bike xweşikiyeke bêdawî, divê wê bi awayekî meşrû bi kar bîne û ji nîmetê re şukir bike. Yan na, yê di extiyariyê de demeke dirêj bala tu kesî nekişîne û bi bêhîvî bigirî. Ew paqên wê yên tazî ku gelek gunehan jê re çêdikin û didin çêkirin, yê di qebrê de, di şiklê mar de xweya bikin. Di Cehennemê de jî yê ezabê şewitandina wan endamên laşê xwe bikişîne ku berê bedew bûn û niha êdî nerind bûne.
Eger di çarçeveya terbiyeya Îslamê de û bi xemla edeba Qur’anê ew bedewî bête xweşikkirin û xemilandin, hingê ew bedewiya fanî manen baqî dibe. Bi gotina hedîsê jî sabit e, ku ew bedewiya wê bi awayekî ku ji ya horiyan jî bedewtir û şîrîntir lê bête vegerandin. Êdî eger bi qasî zerreyekê jî aqilê wê bedewê hebe, yê vê bedewî û xweşikiya ebedî ji destê xwe bernede.
(Kastamonu Lahikası: 255-256)
***
Nexweşiya Jibîrkirinê
Zilamê duduyan û meseleya wî: Hafizekî ciwan ji şagirtên Rîsaleyên Nûr çawa ku gelek mirovan gotibûn wî jî got: “Bi min re nexweşiya jibîrkirinê zêde dibe, ez çawa bikim?” Min jî jê re got: “Heta ku mumkin be li kesên nemehrem mêze neke. Lewra hatiye rîwayetkirin, mîna ku Îmamê Şafiî (r.e.) gotiye, nezera heram jibîrkirinê çêdike.”