Bingeha Yekem: Her tevger û rewşa Pêxember eleyhisselatu wesselam dibe ku şahidê rastbûn û pêxembertiya wî bin, lê ne lazim e ku her tevger û bizavên wî fewqelade bin. Çimkî Xwedê ew Pêxember di şiklê mirovan de şandiye da ku ji rewşa wan ya civakî re bibe rêber, di kar û barên wan de pêşengiyê ji wan re bike, ji wan re bibe îmam û di dinya û axretê de wan bextewar bike. Hem jî da ku nîşan û hunerên Xwedê yên fewqelade ku mu‘cîzeyên hêz û qudreta wî ne û di tiştên normal de jî xweya dikin, nîşanî mirovan bide, xebat û teserrufa qudreta îlahî ji wan re destnîşan bike. Eger ew Pêxember (e.s.w.) di kirin û tevgerên xwe de ne mîna mirovan bûna, ji wan re nedibû îmam, nedikarî bi gotin û kirinên xwe û bi rewşa xwe dersê bide wan. Tenê ji bo ku pêxembertiya xwe îsbat bike dibû mezherê rewş û kirinên fewqelade; yanî tenê dema ku lazim dibû, mu‘cîze nîşan didan. Lê ew mu‘cîze ji ber hikmeta îmtîhanê, bi awayekî pir vekirî û di radeyeke wisa eşkere de ku xelkê mecbûrî qebûlkirinê bikin pêk nedihatin. Çimkî hikmeta îmtîhanê û berpirsyariya mirovan dixwaze ku derî li ber aqil vebe û azadiya wî jê neyê standin. Eger bi awayekî pir eşkere mu‘cîze çêbibin, azadiya aqil namîne; Ebû Cehil jî weke Ebûbekir tesdîq dike, tu maneya îmtîhan û berpirsyariyê namîne; hingê komur û elmas di eynî sewiyeyê de dimînin.
(Mektubat: 126)
***
Bingeha Duyem: Pêxemberê Ekrem (e.s.w.) hem mirovek e, ji ber vê mîna mirovan tevdigere; hem jî pêxember e, li gor pêxemberiyê tercumanê Xwedê ye, pêxemberê Wî ye û xwe dispêre wehyê.
Wehy du qism e:
Yek jê wehya serîh e, yanî wehya xas û eşkere ye: Pêxember li vir tenê tercuman e, radigihîne, tu mudaxeleya wî tune. Mîna Qur’anê û hinek hedîsên qudsî.
Yek jî wehya zimnî ye. Kurtebêjiya vê beşê xwe dispêre wehyê û îlhamê, lê şîrove û teswîrkirina wê ya Pêxember (e.s.w.) e. Zatê Ehmedî, bûyerên ku bi kurtayî hatine wehiykirin,