Pêşiyek/kermêşek jî dikare rûmet û şerefa aîdbûna xwe nîşan bide; fexra Nemrûdê ku fexra wî li ber sekeratên mirinê bûbû ezab û riswayî, pûç bike.
(Şualar: 16)
***
Mêranî û sexîbûn di mêr de dibin sebebê xîret, dilovanî û alîkariyê. Lê di jinê de dibin sebebê pevnekirin, bêşermî û destavêtina mafê mêr. Mesela, yekî zeîf rûmeta nefsê diparêze, lê eynî tişt di yekî hêzdar de dibe xwemezinkirin. Eger yekî hêzdar xwe li hember yekî zeîf piçûk bike, ev newspiçûkî ye; lê eger yekî zeîf xwe li hember yekî hêzdar piçûk bike, ew zillet e, xwetewandin e.
Mesela: Ciddiyeta xwediyê meqamekî di meqamê xwe de giranî ye, xwepiçûkkirina wî zillet e. Ciddiyeta wî ya li malê, xwemezinkirin e, xwepiçûkkirina wî nefspiçûkî ye.
(İçtimaî Dersler, Sünuhat: 241)
***
Îhtiyat û Tedbîr
Birayên ezîz û rast, bizanibin ku îhtiyat hertim baş e. Hz. Elî (r.a.) jî bi awayekî kerametkarane ji me re îhtiyatê tewsiye dike. Niha li aliyê Rojhilat bûyereke nû heye: Berhemeke bi navê Wesiyetnameya Pêxember (e.s.w.) ya Şêx Ehmedê xizmetkarê tirba Pêxember, ji aliyê şêxekî ve, ji bo dîn, bi wasîteya mirîd û xelîfeyên wî li wan derdoran belav bûye. Bizava Rîsaleyên Nûr ku di ser hemî siyasetan re ye û tenezzulî siyasetê nake, Selaheddînê qehremanê ku li wan deran dixebite pirtir teşwîqî îhtiyatê kiriye. Ji bo ku bizava Rîsaleyên Nûr weke hevkareke bi bizavên siyasî re elaqedar xweya neke, mecbûr bûye ku pirtir di xeta xwe de bisekine, bi îhtiyat û tedbîr be.
(Kastamonu Lahikası: 139-140)
***