Van rojnameyan heysiyet û îtaeta leşkerî ku bi hezar qetî ji jiyanê pîroztir û li pêştir in û hertim jiyan ji bo wan tê fedakirin, fedayî jiyanê kirin. Wan rê vekirin ku heysiyet û îtaeta leşkerî fedayî tiştên ne-meşrû jî bibin, ku di çavê ehlê wijdanê de bêqîmet in.
Hem jî roja şerîetê, ku rastî û heqîqet bi rewşa wê û cazîbeya wê ve girêdayî ne, kirin peyrewa seltenet, xîlafet û siyasetê û ji wan re kirin alet. Ew roja ronak, mîna peyka stêreke bêyom û tarîbûyî nîşan dan û dane ber cazîbeya wê, loma jî ketin rêya neçûyinê.
Ez bi temamê hêza xwe dibêjim ku: Pêşveçûna me tenê bi pêşveçûna Îslamiyetê -ku milletê me ye- û eşkerebûna rastiyên şerîetê çêdibe. Yan na, emê bibin muxatebê vê gotinê û wê ji xwe re rast bidêrin: “Dev ji rêveçûna xwe berda û hînî ya bavê xwe jî nebû.”
Belê, divê em hem di şan û şerefê de, hem jî di xêra axretê de; hem derbarê civatê de, hem jî di hemiyeta Îslamê de; hem di hezkirina welat de û hem jî di hezkirina dîn de hessas bin. Lewra tişta ku ji du hêlan ve techîzkirî û qewîn be, asêtir û baştir e.
Gelî paşa û qumandaran! Ez niha ji cînayetên xwe re ceza û ji pirsên xwe re jî bersivê dixwazim. Ji ber ku Îslamiyet mirovahiya herî mezin e û şerîet jî şaristaniya herî çê ye, alema Îslamê layiqî bajarê bextewariyê yê Eflatûnî* ye.
Pirsa Pêşîn: Cezayê mirovên saf ku li vê derê bi xapandina rojnameyan bizavek meşrû dîtine û li gorî orf û adetan beşdarî wê bizava giştî bûne çi ye?
Ya Duduyan: Eger însanek bikeve şiklê marekî, yan jî weliyek bikeve şiklê eşqiyayekî, yan jî meşrûtiyet bikeve şiklê zordestiyê; cezayê yên ku êrîşî wan bikin çi ye? Belkî ew bi rastî jî mar, eşqiya û zordestî bin.
Ya Sisêyan: Gelo mirovekî tenê dibe zordest, yan çend mirov jî dibin zordest? Ku ez bim, divê hêz di qanûnê de be, yan na yê zordestî belav bibe.