Kitaplar
Rêbera Xizmetê

   Dîsa di rûpela 22-23an de weha hatiye nivîsîn: “Zanîna kêmasiyê, fêhmkirina muhtacbûn û nekarînê ew e ku mirov bi sitûxwarî xwe bavêje dergahê îlahî. Ji vê hêlê ve ez xwe ji herkesî bêçaretir, nekartir û bi qusûrtir dibînim. Naxwe eger herkes medh û pesnê min bide jî, tu kes bi min nade bawerkirin ku ez baş im, xwediyê kemalê me. Ji bo ku hûn temamen ji min nerevin, ez gelek xirabiyên şexsê xwe yê sêyemîn û heqîqî nabêjim. Rebbê alemê bi alîkariya xwe min jî weke mirovekî herî bêqîmet di xizmeta esrarên Qur’anê de îstîxdam dike. Sed carî şukir jê re be! Nefs pir kêmbiha ye, lê wezîfe gelekî pirbiha ye.”

   Di gel van tiştên han jî kesên ku bi pesindanên mirovên din û bi manekirina Rîsaleyên Nûr wesfê hîdayetkerê mezin didin min û bi vê jî min sûcdar dibînin, helbet musteheq in ku cizayê vê şaşiya xwe bi şiklekî dijwar bikişînin.

(Müdafaalar: 455)

***

   Guya pesindayin û xwe‘ecibandin bi min re hene û ez xwe muceddid/nûker dibînim. Jixwe tevê birayên min şahid in ku min îsnadkirina Mehdîtiyê qebûl nekiriye. Hetta li Denizliyê ehlê wuqûfê gotin: “Eger Seîd mehdîtiya xwe bavêje holê yê temamê şagirtên wî qebûl bikin.” Seîd jî di îtiraznameya xwe de li hember wan weha gotiye: “Ez ne seyyid im. Mehdî yê seyyid be.” Yanî min ew red kirine, tu wextî mehdîtî nehatiye bîra min û min negotiye ez Mehdî me. Tenê carekê min di rîsaleyekê de weha gotiye: “Hz. Mehdî ku ji Alê Beytê ye yê di axirê zeman de were. Yek ji wan wezîfeyên wî yên pir jî ew e ku yê ehlê îmanê bi îmana tehqîqî xilas bike. Wezîfeyeke weha di Rîsaleyên Nûr de jî heye. Dema ku Mehdî hat yê Rîsaleyên Nûr ji xwe re bike bernameyek.” Yan na, ji xwe ez ne seyyid im û bi tu şiklî jî ez neketime nav xewn û xeyalên ku bi sed qetî ji min zêdetir in. Bi ser de jî, ji xwe min ew pesindayinên bi mubalexe û mehrem ku şagirtên Rîsaleyên Nûr bi husn-u zenn kiribûn, yên ku ji hedê xwe zêde çûbûn û ji Seydayê xwe yê xizmetkarê Rîsaleyên Nûr re bernavkên weke nûker gotibûn, hertim red kirine û min dilê wan hiştiye.

(Şualar: 456)

***

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582
Fihrist
Lügat