Îşareta Heştan
Ev îşaret heşt xeteran diyar dike:
Ya Pêşîn: Hinek ehlê sulûka terîqetê ku tam li pey sunneta pak naçin, ji ber ku welîtiyê tercîhî pêxemberiyê dikin dikevin xeterê. Di Peyva Bîst û Çar an û ya Sî û Yekê de hatiye îsbatkirin ku pêxemberî çiqasî bala ye û welîtî jî li gorî wê çiqasî kwîr û kêm e.
Ya Duduyan: Ehlê terîqetê bi awayekî mufritane hinek weliyan tercîhî sehabiyan dikin, hetta wan mîna pêxemberan dibînin û bi vî awayî dikevin xeterê. Di Peyva Diwazdeh û ya Bîst û Heftan de û di pêveke derbarê sehabiyan de, bi awayekî vebirî hatiye îsbatkirin ku bi sehabeyan re taybetmendiyeke wisa bala heye ku mirov bi welîtiyê nikare bigihiyê û qet nikare jê derbas bibe. Tu carî ne mumkin e ku welîtî bigihe pêxemberiyê.
Ya Sisêyan: Hinek kesên ku te‘essub û îfrata terîqetê bi wan re heye, rêz û resmên werdên terîqetê tercîhî sunneta pak dikin. Bi vî şiklî ew li dijî sunnetê hereket dikin; sunnetê terk dikin, lê dev ji werdên xwe bernadin. Di vê rewşê de jî li hember rêz û resmên şerîetê bêberpirsyariyek çêdibe, xeter serî dide der.
Çawa ku di gelek Peyvan de hatiye îsbatkirin, lêkolînerên ehlê terîqetê yên mîna Îmamê Xezalî û Îmamê Rebbanî weha dibêjin: “Meqbûlbûna lipeyçûna sunnetekê, di sed rêz û resman û îbadetên xusûsî de tune. Çawa ku ferzek ji hezar sunnetî bi xêrtir e; sunnetek jî hezar carî ji rêz û resmên tesewwufê bi xêrtir e.”
Ya Çaran: Hinek mufritên ehlê tesewwufê zenn dikin ku îlham jî weke wehyê ye, wê jî weke cûreyekî jê dibînin, dikevin xeterê. Di Peyva Diwazdehan de, di Peyva Bîst û Pêncan ya derbarê î‘caza Qur’anê de û di gelek rîsaleyên din de bi awayekî pir eşkere hatiye îsbatkirin ku dereceya wehyê çiqasî bala ye, giştî ye, pîroz e; û îlham jî li gorî wehyê çiqasî hindik û kwîr e.
Ya Pêncan: Hinek mutesewwifên ku hikmeta terîqetê fêhm nakin, ji bo ku zeîfan teqwiye bikin, cesaretê bidin mirovên sist û ji bo ku sivikkirina tengezarî û zehmetiya ku ji giraniya xizmetê tê sivik bikin;