Ha wan herdu cûreyên serekan bi zanîn yan jî bi nezanîn li keviya wî hewzî û kêleka wê xezînê qul vekirin. Haveynê beqayê û maddeya jiyanê ji wan kişandin; hewz ziwa kirin, xezîne vala kirin. Lewra eger hêza hêrsê ku mirov diparêze û hêza şehewî ku cazîbeya mirov e, tunebin; hingê mirov dimire, yan jî dibe saxê mîna miriyan.
Hem jî mesela, eger neqra buxarê ya tirênekê qulo-milo bûbe, yê perîşan bibe û nikaribe hereket bike. Heke tayê tizbiyan biqete, ew tizbî belawela dibin. Eynî bi wî şiklî jî, ew serekên ku hewz û xezîneyên milletekî -ku şexsekî manewî ye- vala dikin, êdî wî milletî dikin serserî û wî perîşan dikin. Fikrê millî ji nav wan derdixin û wan ji holê radikin. Belê,
حَقيِقَتْ كَتْمْ نَميِ كُنَمْ بَرْ دِلِ عاَميِ چَنْدْ
“Ji bo xatirê xelkê ez kitma heqiyê nakim.”
Pirs: Ev mijar pir hêjayî ravekirinê ye. Kurt û sergirtî nehêle!..
Bersiv: Zemanê berê hinek şêx hebûn ku ne layiqê şêxîtiyê bûn, lê xwe wisa nîşan didan. Wan nezanîn û xeşîmbûna we ji xwe re bikar anîn, bi awayekî xirab dek û dolab digerandin. Ha wan şêxan bi hîleyên xwe û hinek serekan jî bi darê zorê ew hewz û ew xezîne qul kirin; ew maden û ew ava jiyanê herikandin nav çolistanê û qûma ziwa. Hinek zexel û parsek pê vejîn. Hinek belengaz jî hebûn ku di rêya nefretkirina ji serweta dinyayê de [ji ber kasûliya xwe] lepên xwe diavêtin nêçîrên piçûk. Îcar wan zexel û parsekan ji aliyê hessas û zeîf yê wan belengazan ve êrîş kirin da ku nêçîrên wan ji lepên wan derbixin û ji xwe re bibin.
Belê, her millet malekî wî heye ku ji bo menfaeta xwe pê sexîtî û fedakariyê dike. Îcar sexîtiya me ya millî xirab hate bikaranîn. Lê sexîtiya milletên din weke zînavekê/mêrgekê di nav wan de dicive û dibe xezîne. Zanîn û marîfet ji jorê ber bi jêrê diherikin û her derê av didin.