Ha di van xalên taybetî de, ku ne bi xerez be, tenê ji bo heqî û meslehetê be, dibe ku paşgotinî caiz be. Yan na çawa ku agir êzingan dixwe, eynî wisa paşgotinî jî amelê salih dixwe û xilas dike.
Eger yekî paşgotinî kir, yan jî bi riza xwe lê guhdarî kir, hingê divê bibêje:
اَللّٰهُمَّ اغْفِرْلَنَا وَ لِمَنِ اغْتَبْنَاهُ
Paşê jî çi dema ku rastî mirovê ku paşgotiniya wî hatiye kirin hat, divê jê re bibêje: “Li min helal bike.” 1
(Mektubat: 371-373)
***
Xipte, Hesûdî û Çavnebarî
Divê di karên dînî û axretî de dijberî, xibte, hesûdî û çavnebarî nebe. Jixwe heqîqet jî tiştekî weha qebûl nake. Lewra sebebê çavnebarî û hesûdiyê ew e ku pir dest dirêjî tiştekî dibin, gelek çav xwe berdidin meqamekî, gelek zik nanekî dixwazin, loma jî gelemşe, gengeşî û pêşbazî çêdibin; mirov pêşî xibteyê dikin û paşê jî çavnebariyê ji hev dikin. Ji ber ku li dinyayê pir kes tiştekî dixwazin û dinya jî teng û muweqqet e û nikare daxwazên bêdawî yên mirovan tetmîn bike, mirov dikevin nav dijberiyê.
Lê li axretê Bihişteke bi mesafeya pênsed salî mezin ji mirovekî tenê re tê dayin, heftê hezar qesr û horî têne dayin, loma jî herkesê ehlê bihiştê gelekî ji para xwe memnûn e. Ev jî îşaret dike ku di karên axretî de tiştekî ku bibe sebebê bereberiyê tune û nabe jî. Naxwe di amelê salih yê axretê de jî dijberî nabe, çavnebarî nayê kirin. Kesê ku çavnebariyê dike yan riyakar e, bi amelê salih li tiştên dinyayî digere; yan jî cahilekî pir nezan e, qet tê nagihe ku rûhê amelê salih û bingeha wî îxlas e.
(Lem’alar: 230-231)
***