“Tişta ku we bi navê meşrûtiyetê û Qanûna Esasî bihîstiye, edalet û şêwra şerîetê ne, wan rind pêşwazî bikin û biparêzin. Lewra bextewariya me di meşrûtiyetê de ye û me ji herkesî pirtir ji dewra zordestiyê zirar dîtiye.”
Ji her derê bersiva van telgrafan bi şiklekî pozîtîv hat.
Naxwe min tembîh li Kurdan kirin, min nehişt xafil bimînin û nehişt ku zordestî ji xefleta wan îstîfade bike. Ji ber ku min negot, ‘çi ji min re lazim e’, min cînayet kir.
(İçtimaî Dersler, İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi: 158)
***
Cînayeta Sisêyan: Ji ber ku nêzîkî bîst hezar Kurd li Stenbolê hemmal in, xafil û saf in; ez tirsiyam ku zordest wan bixapînin û gelê Kurd lekedar bikin. Loma jî ez li cihên giştî yên Kurdan û li qehweyên wan geriyam. Sala par, bi awayekî ku fêhm bikin min meşrûtiyet weha ji wan re got:
“Zordestî; zilm û zext e. Meşrûtiyet; edalet û şerîet e. Heta ku padîşah îtaeta Pêxember (e.s.w.) bike û li pey biçe, xelîfe ye; hingê emê jî li pey wî biçin. Yan na, kesên ku zilmê bikin padîşah jî bin, heydûd in. Dijminên me nezanîn, feqîrî û îxtîlaf in. Li hember van hersê dijminan emê bi sin‘et û zanînê cîhadê bikin. Lêbelê emê bi kêfxweşî û bi memnûniyet, bi Ermeniyên cîranê xwe re ku me sewqî hişyarbûn û pêşveçûnê dikin, bibin dost. (Haşiye) Lewra di dijmintiyê de xirabî heye. Wexta me ji bo dijmintiyê tune. Em têkilî karê hukûmetê nabin, çimkî em hikmeta hukûmetê nizanin.”
Bi tesîra vê şîretê bûye ku hemalan di dema herî tevlîhev û bi heyecan de aqilê xwe xebitandin û wan jî -mîna ku min li hember temamê Ewrûpayê dikir- Awusturya boykot kirin.

