gotiye:
قُلْ مَا يَعْبَأُ بِكُمْ رَبِّي لَوْلَا دُعَاؤُكُمْ
Hem jî gotiye:
ادْعُونِي أَسْتَجِبْ لَكُمْ
(Sözler: 382)
***
Hem jî dua îbadetkirin e, îbadetkirin jî fêkiyê axretê ye. Heçî meqsedên dinyayî ne, ew demên dua û îbadetê ne, ew meqsed ne dawî ne; ew daxwaz ne hedef in. Naxwe dua sirrekî îbadetkirinê ye. Îbadetkirin jî divê sirf ji bo wechê Xwedê be. Divê mirov nekarîbûna xwe diyar bike û bi dua xwe bavêje dergehê Xwedê, lê têkilî perwerdegariya wî nebe. Divê tevdîr li hêviya wî bête hiştin, bi hikmeta wî bête bawerkirin û rehmeta wî neyê îthamkirin.
(Sözler: 384)
***
Ezîzê hêja!
Bizanibe ku dua ji sirrên tewhîd û îbadetê re numûne ne. Çawa ku dua di tewhîd û îbadetê de lazim e, kesê ku dua dike jî divê wan arzû û daxwazên ku di dilê wî de derbas dibin, diyar bike û bibêje, “Xwedayê Teala dibihîze.” Divê ji kûrahiya dil bawer bike ku Xwedê dikare wan bîne cih. Ev baweriya bi vî rengî lazim didêrîne ku Xwedê her tiştî dizane, hêz û quwweta wî digihe her tiştî.
(Mesnevî-i Nuriye: 96)
***
Ey însanê nekar, ey mirovê muhtac! Wesîleyeke mîna dua ku mifteya xizîneya rehmetê û navenda hêzeke bêdawî ye, ji dest bernede, pê bigire. Here radeya herî bala ya mirovahiyê!