Rawestan, bêkarî, yekawayî û bêtevgerî cûreyekî tunebûnê ne û zirar in. Di tevger û guherînê de hebûn heye, kar heye. Jiyan bi bela û musîbetan bi pêş ve diçe, bi saya tevgerê dikemile. Jiyan bi xweyakirina bandûra navên Xwedê bi awayên cihê tevdigere; safî dibe, berfireh dibe û bi pêş ve diçe. Dibe mîna pênûseke ku ew bi xwe qedera xwe dinivîse; peywira xwe bi cih tîne û mukafata axretê heq dike.
(Mektubat: 63)
***
Yê herî bedbext, aciz û bi êş mirovê bêkar e. Lewra nexebitîn birayê tunebûnê ye. Xebat jiyana hebûnê û hişyariya wê ye.
(Mektubat: 543)
***
Bêhêvîbûn
Di jiyana min de ji tecrubeyên min ev encama han derketiye:
Bêhêvîbûn nexweşiyeke dijwar e ku ketiye dilê alema Îslamê. Hema bibêje ku wê bêhêvîbûnê em kuştine, loma jî dewleteke du-sê milyon ya rojava, li rojhilat bîst milyon misliman ji xwe re kirine mîna xizmetkaran û welatê wan jî ji xwe re kiriye mustemleke. Hem jî ew bêhêvîbûn e ku exlaqê me yê bala kuştiye û kiriye ku me dev ji kara gel berdaye û dest avêtiye kara xwe ya şexsî. Dîsa ew bêhêvîbûn e ku hêza me ya manewî jî şikandiye.
Hêza me ya manewî ji ber ku ji îmanê dihat, bi hemleyeke piçûk jî ji rojava heta bi rojhilat belav bûbû û vegirtibû. Lê ji ber ku ew hêza manewî û ji adetê der bi bêhêvîbûnê şikest, ev çarsed sal in ku biyaniyên zalim sêsed milyon misliman ji xwe re kirine êsîr.
Hetta, gelek kes bi bandûra wê bêhêvîbûnê; sistîtî û laqeydiya mirovên din ji xwe re dikin mazeret û dibêjin, “Ji min re çi? Herkes weke min halxirab e.” û dev ji mezinî û qehremaniya îmanê berdidin, xizmeta Îslamê nakin. Madem vê nexweşiyê bi vê dereceyê ev zilm li me kiriye û me dikuje, emê wê bikujin û heyfa xwe jê hildin.