اتَّخَذُوا أَحْبَارَهُمْ وَرُهْبَانَهُمْ أَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللَّه
Loma jî filehên ku di nav giregiran de, di rêza herî jor de ne, xurûr û ezîtiya xwe diparêzin û weke Wilsonê serekê Amerîkayê dibin dîndarên bi rik. Lê di tewhîda saf Îslamiyetê de kesên ku li dinyayê di meqamê herî bilind de bin; yan dev ji xurûr û ezîtiyê berdidin, yan jî hinekî dev ji dîndariyê berdidin. Ji ber vê ye ku hinek ji dîn re laqeyd dimînin, hetta dibin bêdîn.
(Mektubat: 434-435)
***
Însan bi xurûrê ji xweşikbûna kemilîna maddî û manewî bêpar dimîne. Heke bi tesîra xurûrê ji kemilîn û başiya xelkê îstîfade neke û kemilîna xwe bes bibîne, kesayetiya wî mirovî kêm e. Mirovên ku zanîn û agahiyên xwe di ser yê xelkê re dibînin, ji îrşad û keşfiyatên zatên pêşî yên mezin mehrûm dibin û leqayî ewhaman dibin û bi temamî ji rê derdikevin. Rastî ev e; tişta ku wan zatên pêşî di çil rojî de keşif dikirin, evên han di çil salî de jî bi ser ve nabin.
(Mesnevî-i Nuriye: 73-74)
***
Di xurûr û xwemezinkirinê de barekî wisa giran heye ku kesê mexrûr ji herkesî hurmetê dixwaze. Ji ber ku li benda tiştekî weha ye, barek li ser milê wî ye û loma jî ezab dikişîne. Lê hurmet nayê xwestin, tê kirin. Hem jî di nespiçûkî û terka enaniyetê de mukafatekî wisa bi lezzet heye ku mirov ji barekî giran rizgar dike û nahêle mirov bi şiklekî sar xwe bi xelkê bide ecibandin.
(Lem’alar: 410)
***