Birayê ezîz! Bizanibe, tekrarkirina kelîmeya tewhîdê û dewama li ser wî zikrî, ji bo qetandina wan bendan e ku ji gelek hêlan ve dil girêdane. Û ji bo ku berê nefsê ji hezkiriyên ku ji xwe re kirine pût vegerîne. Ev jî îşaret dike ku taybetmendî û letîfeyên zatekî zakir xwediyê tewhîdên cihê cihê ne û ji bo qutkirina têkiliya wan tewhîdan ji şerîkên wan e.
(Mesnevî-i Nuriye, Hubab: 97)
***
Hem mesela, Cewşenu’l-Kebîr munacateke Qur’anê ya tam û heqîqî ye û xulaseyeke Qur’anî ye. Di wê Cewşenu’l-Kebîrê de munacata Pêxemberî (e.s.w.) sed carî hatiye tekrarkirin:
1^ÙF˜UÛAàÛÅÛ ïÛA ºÛ ¿ıÇ˚çÛ ¿ıºˆÛ ¿Ûà˜MÛ ¿˜ºÛÖÛAıÙ ¿˜ºÛÖÛAıÙ WÛÎÎÎɈıe˜âÛA ‡Û ¿ÛQı\˜àÎÎÎÛA ‡Û àÛRˆıâÛA ÖıäÛ ¿ÇâˆÛAÕı
Di vê hevokê de heqîqeta kaînatê ya herî mezin, tewhîd heye. Tê de sê wezîfeyên mexlûqan li hember Perwerdegarê wan hene: Wî tesbîh dikin, ji her tiştî bêrî didêrin; wî tehmîd dikin, hemd û pesnê wî didin; û wî teqdîs dikin, wî pîroz û bala dibînin. Di nav hersê wezîfeyên muezzem de wezîfeyeke herî girîng ango xilasbûna ji ezabê ebedî ku mijara herî dijwar ya mirovahiyê ye heye. Di vê hevokê de encama herî lazim ya evdîtiyê û nekariya mirovahiyê heye, loma jî eger bi hezarê caran jî bête tekrarkirin dîsa hindik e.
(Asa-yı Musa: 74)
***
Nazif, ji bo xêreke mezin bike, çûye Cewşenu’l-Kebîra ku werdeke girîng ya şagirtên Rîsaleyên Nûr e bi makînê zêde kiriye. Di haşiyeya wê de hedîsên xarîqe û muteşabih yên derbarê xêra wê de hebûn. Ji bo ku wê haşiyeyê jî pê re çap bike ji min re nivîsîbû. Min jî jê re got: “Ev sî û pênc sal zêde ne ku ez her roj Cewşenê dixwînim, lê min ew haşiye ji sê-çar caran pê ve nexwend. Loma jî munasib nabe ku pê re çap bibe. Bila tunebe da ku dijber û zendîq dest bi îtirazan nekin. Înşaellah di demeke nêzîk de ew Cewşenu’l-Kebîra mubarek yê bi şewqa xwe şagirtên Rîsaleyên Nûr ronî bike.
(Emirdağ Lahikası: 321)
***