pêdiviyên bêhed û dijminên bêjimar bi saya desthevgirtin û xwesipartina îmanê û bi şûraya şer‘î ku ji rastiyên îmanê ye bijîn û li ser pêyan bimînin. Ew şêwra şer‘î dike ku dijmin bisekinin û pêdivî werin cih.
(İçtimaî Dersler, Hutbe-i Şamiye: 62)
***
Di Îslamiyetê de mifteya bextewariya jiyana civakî ya mislimanan şêwra şer‘î ye. Ayeta pîroz ya
وَ اَمْرُهُمْ شُورىَ بَيْنَهُمْ
şûrayê weke bingehekê emir dike. Belê, zeman û sedsal di nav mirovan de bi saya dîrokê di bin navê “lihevzêdebûna ramanan” 1 de bi hev re dişêwirin. Ev şûraya heqîqî bingeha temamê zanistan û pêşveçûna mirovahiyê ye. Di heman demê de terkkirina wê sebebê paşdemayina parzemîna herî mezin Asyayayê ye jî.
Mifte û keşifkera paşeroja Asyayê şûra ye. Yanî çawa ku ferd bi hev re dişêwirin, grûb û parzemîn jî divê bi hev re bişêwirin da ku şêwr û azadiya şer‘î ku ji şefqet û mêraniya îmanê çêdibin, wan qeyd û zincîrên zordestiyê yên cur bi cur ku dest û lingên sêsed-çarsed milyon mislimanî girêdane biqetîne. Hem jî da ku ew azadiya şer‘î bi exlaqê şer‘î bixemile û xirabiyên medeniyeta sefîhane ya rojava ji holê rabike.
(İçtimaî Dersler, Hutbe-i Şamiye: 60-61)
***
Ez pir hêvîdar im ku ev meclisa bala, civata alimên Îslamê, wê di kaînatê de û di vî bajarê kûreya/planêta dîn û sergerdan de, ji alema mirovan re bikeve hukmê mecliseke pîroz ya mebûsan. Pêşî û paşiyên mirovan wê di ser sedsalan re li hev mêze bikin û di navbera xwe de meclisa şûrayê çêbikin.
(İçtimaî Dersler: 315)