Qetiya sila rehmê ji nav çîna jêr û jor
Dengê tolhildanê hat, ji jêrê li hawîrdor
Çavnebarî waweyla, axînên rik û kînê
Dixwaze bi vî rengî ew heyfa xwe hilînê
Yê din xwe mezin dike, cihê wî li çîna jor
Feqîr piçûk dibîne, ew têr e bi zilm û zor
Bo çîna jêr lazim e Îtaet û hezkirin
Hurmet digel îmtîsal divê ev deng jê werin
Bo ya jor jî merhemet digel îhsan û şefqet
Divê ev sewt ji wan bêt, ev e ji bo wan babet
Ger mirov vê dixwazin divê bidin zikayê
Xwe dûr kin ji heraman bikin terka ribayê
Edaleta Qur’anê li ber derê dinyayê
Îqaz û hişyar dike, dibêje bo ribayê:
“Vegere wê de here, maf bo te qet tune ye
Derbasbûna j’vî derî li te ew qedxe ye“
Guhdar nekir mirovan loma şeqamek xwarin
Divê dev jê berbidin hê yeka din nexwarin
(İçtimaî Dersler, Lemaat: 399-400)
***