Ne jî bêje: “Ez ji nav xelkê hatim hilbijartin, ev fêkiyê han bi min têne nîşandan, naxwe taybetmendiyeke min heye.” Nexêr, haşa! Ew fêkî berî herkesî dane te, lewra tu ji herkesî muhtactirê wan î, ji her kesî muflistir î û bi êşantir î, loma jî pêşî dane destê te. (Haşiye)
(Sözler: 279-280)
***
Xala Duduyan: Ey nefsa min ya mexrûr! Tu dişibihî mêwê; dara tirî. Pesnê xwe nede, ne wê darê ew gûşiyên tirî bi xwe ve daleqandine, yekî din ew pê ve kirine.
Xala Sisêyan: Ey nefsa min ya riyakar! Nebêje “min ji dîn re xizmet kiriye.” û pesnê xwe nede! Ji ber ku te xwe pak nekiriye, li gorî sira
اِنَّ اللَّهَ لَيُؤَيِّدُ هَذاَ الدِّينَ بِالرَّجُلِ الْفاَجِرِ
divê tu xwe weke wî mirovê gunehkar bizanibî. Xizmeta xwe û evdîtiya xwe, weke şukrê wan nîmetên derbasbûyî, mîna wezîfeya fitreta xwe û deynê afirandina xwe encama wî hunerî bizanibe! Ji xwe‘ecibandin û riyayê xilas bibe!
(Sözler: 587)
***
Hikmeta ku Îslamiyet ji filehiyê û dînên din cihê ye ev e:
Bigneha Îslamê tewhîda saf e; bandûra heqîqî nade sebeb û navgînan, li gor daxwaz û meqaman qîmetê nade tiştan. Lê filehî ji ber ku ramana “kurbûnê” qebûl dike, qîmet dide navgîn û sebeban, ezîtiyê ji holê ranake. Hinekî ji xwedatiya Xwedê dide ezîz û mezinên xwe jî û rastiya vê ayetê nîşan dide: