Heval, eger tu li ser nefsê bi berfirehî û li ser dinyaya derve jî bi kurtayî bifikirî, tu dê nêzîkî wehdetê, ango yekîtiyê bibî. Lê dema tu eksê vê bikî, wê pirbûn hişê te belav bike, wehm te mezin dike û enaniyeta te qalin dibe. Xefleta te dibe quwwet û paşî jî dibe xûy û tebî‘et. Ha rêya pirbûnê ya ku mirov digihîne jirêketinê ev e.
(Mesnevî-i Nûriye: 159)
***
Usûla Îrşadê û Nesîhetan
Ilmê ku nehatiye hezimkirin, divê neyê gotin jî.
Murşidê zana û rastî dibe weke mêşinê/miyê lê nabe weke çivîkê. Ilmê xwe bêmuqabil dide.
Mî şîrê hezimbûyî û safî dide berxika xwe
Çivîk vereşiya xwe ya bi tif dide çêlîka xwe.
(Sözler: 887)
***
Madem nefsa min emmare ye; ango emrê bi xirabiyê dike, naxwe yê ku nefsa xwe rast neke, nikare tu kesî rast bike. Êdî divê ez ji nefsa xwe dest pê bikim.
(Sözler: 326)
***
Hem jî Rîsaleyên Nûr pêşî dixebite ku nefsa tercumanê xwe qayil bike, paşî li xelkê din dinêre. Helbet derseke ku pêşî nefsa xwe qayil bike û wesweseyan jê bavêje, pir bi quwwet û xalis e ku vî zemanî ketiye şiklê cemaetê, bi tena serê xwe li hember dijwariya şexsê manewî yê jirêketinê têdikoşe û bi ser dikeve.
Hem jî Rîsaleyên Nûr weke berhemên wan alimên din tenê bi rêya aqil û bi dîtina wî dersê nade; weke weliyan jî tenê bi keşfa dil û zewqa wî tevnagere. Rîsaleyên Nûr bi yekbûna aqil û dil; û bi hevkariya rûh û hissiyatên din tevdigere û digihe nuqteya herî bilind. Rîsaleyên Nûr diçe cihên wisa dûr û bilind ku ne lingê felsefeya êrîşker, çavê wê jî nagihe wan û bi vî rengî rastiyên îmanê nîşanî çavên wê yên kor jî dide.
(Kastamonu Lahikası: 17)
***