Loma wan ez ji herkesî dûr kirim. Rîsaleyên Nûr bi hezar caran di şûna min de diaxive, kufra zordestiyê parçe dike û anarşîtiyê ji holê radike.
(Emirdağ Lahikası: 106)
***
Azadî, Edalet, Wekhevî
Pirs: Emê niha pirsa azadiyê bikin. Ev azadî çi ye ku ewqas nakokî di nav te’wîlên wê de heye û xewnên ecêb derbarê wê de têne dîtin?
Bersiv: Yekî ku ev bîst sal in di xewnan de jî wê taqîb dike û ji ber evîna wê her tişt terk kiriye, dikare bersiveke rind bide we.
Pirs: Azadî ji me re pir xirab tefsîr kirine. Di azadiyê de însan çiqasî bikeve sefahet û rezaletê jî bi şertê ku zirarê nede tu kesî, kes têkilî wî nabe. Gelo wisa ye?
Bersiv: Ew mirovên bi wî rengî ne azadiya xwe; sefahet û rezaleta xwe îlan dikin. Gotinên wan mîna hêncetên zarokan in, tiştên eletewş dibêjin. Lewra azadiya nazenîn bi edeba şerîetê hatiye perwerdekirin û xemilandin. Jixwe azadiya di sefahet û rezaletê de ne azadî ye, heywanî ye. Ew zordestiya şeytan e, mirov êsîrî nefsa emmare dibe. Azadiya giştî encama zerreyên azadiya şexsî ye. Taybetmendiya azadiyê ew e ku mirov ne zirarê bide xwe, ne jî bide xelkê.
عَلَى أَنَّ كَمَالَ الْحُرِّيَّةِ أَنْ لَا يَتَفَرْعَنَ وَأَنْ لَا يَسْتَهْزِئَ بِحُرِّيَّةِ غَيْرِهِ إِنَّ الْمُرَادَ حَقٌّ لٰكِنَّ الْمُجَاهَدَةَ لَيْسَتْ فِي سَبِيلِهَا
Pirs: Hinek, azadiyê ne mîna te mane dikin. Hem jî hin hal û tevgerên Jontirkan wê gelekî xirab şîrove dikin.