“Nefsa min, nefsa min!” Lê Resûlê Ekrem (e.s.w.) li wir jî mezinbûna şefqet û merhemeta xwe nîşan dide û dibêje: “Ummeta min, ummeta min!” 1 Her wisa bi rastdêrandina ehlê keşfê jî dema ku hatiye dinyayê, dêya wî dengê “ummeta min, ummeta min” jê bihîstiye.
Hem jî temamê dîroka jiyana wî û exlaqê wî yê bala ku hînî mirovan dikir; şefqeta wî ya bêqusûr û dilnermiya wî nîşan dane.
Ji bilî vê jî, wî nîşan daye ku bi pêdiviyeke bêdawîn muhtacê bêhed selewatên ummeta xwe ye 2 û elaqedariya ji bo her cûre bextewariya ummeta xwe bi awayekî bêqusûr û bi şefqeteke mukemmel diyar kiriye. Bi vî rengî wî şefqeta xwe ya bêdawîn nîşan daye. Îcar qiyas bike bê çiqasî nankorî û bêwijdanî ye ku mirov li pey sunneta pak ya rêberekî evqas bimerhemet û bişefqet neçe.
Nukteya Duduyan: Resûlê Ekrem (e.s.w.) di nav peywira xwe ya giştî û gelemperî, “wezîfeya pêxemberiyê” de ji hinek tiştên piçûk û taybetî re jî şefqeteke mezin nîşan daye. Eger mirov zahiren lê mêze bike, ne li gorî girîngiya mezin ya wezîfeya pêxemberiyê ye ku Pêxember wê şefqeta mezin li tiştekî piçûk û taybetî serf bike. Lê di heqîqetê de ew maddeya piçûk, ku Resûlê Ekrem pir girîngî dayê, serê zincîrekê ye ku ji wezîfeya pêxemberiya giştî û gelemperî re wesîle ye; wê peyamê digihîne mirovan. Ew madde niwênera wê ye. Loma jî li ser hesabê wê zincîra mezin girîngiyeke fewqelade ji wê niwênera mîna xelekekê re tê nîşandan.