Îşareta Duduyan: Mifte û amûra vê seyr û sulûka bi dil û vê tevgera rûhanî, zikrê îlahî û tefekkur in. Feyde û xweşikiyên vî zikr û fikrî nayêne jimartin. Feydeyên wê yên uxrewî û yên mukemmelbûna bi taybetmendiyên çê pir in. Lê emê tenê feydeyeke wê ya vê dinyaya bi teqûreq pêşkêş bikin:
Her însan ji bo ku ji teqûreqa dinyayê û ji barê wê yê giran xilas bibe û hinekî raweste, teselliyekê dixwaze. Li zewqekê, li hogirî û aramiyeke ku tenêbûna wî ji holê rabike digere. Civînên dostane ku encama medeniyeta însan in; aramî, hogirî û teselliyê didin ji sedî dehan-bîstan tenê. Ew tesellî jî muweqqet e, bi xafilî û serxweşiyê çêdibe. Ji sedî heştêyê wan bi tena serê xwe li çiya û newalan dijîn; yan derdê debara dinyayê wan ber bi qûncikekê ve dibe, yan jî ji ber sebebên mîna musîbet û extiyariyê ku axretê tînin bîra mirov ji aramiya hatincemheva mirovan mehrûm in. Ew rewş aramiyê nade wan û wan tesellî nake.
Ha ji van kesên weha re teselliya heqîqî, aramiya rast û zewqa şîrîn bi wê çêdibe ku dilê xwe bi saya zikr û fikrê bixebitînin. Divê li wan qûncikên tarî, li wan çiya û newalên kûr bibêjin “Allah” û berê xwe bidin dilê xwe û aramî û huzûrê li wir bibînin. Divê ew mirov bi wê aramiyê derdora xwe û wan tiştên ku bi awayekî xerîb lê dinêrin, xweş bibîne, bi wan re havltî û hogiriyê bike. Divê bi tebessum bifikire û bibêje, “Evdên bêhejmar yên Aferînerê min çawa ku li her derê bêhed û bêhesab in, di vê tenêtiya min de jî hene û pir in. Ez ne bi tenê me û tirs jî bêfeyde ye.” Bi vî awayî ewê ji jiyaneke bi îman keyfeke bi huzûr û aramiyê bistîne, maneya bextewariya jiyanê fêhm bike û şukrê Xwedê bike.
(Mektubat: 597-598)
***