“Helbet mîna wî, îctîhada Bedîuzzeman jî heye, yên ku îtiraz dikin neheq in.” Pey vê re jî ji Mela Mustefa re gotiye:
“Tişta ku ez dibêjim binivîse: Ez bi temamê hurmet û marîfeta xwe silavan li Bedîuzzeman dikim. Ez bi qasî ku canê xwe diparêzim 1 (yanî bi qasî ku ji rûh re bibe nusxeyek, ewqas hêja ye) ewqasî ji bo temamkirina van berheman dua dikim. Ji ber ku ev berhem tûşî rexneyên alimên xirab tên, xemgîn nebe! Lewra derbûmesela ‘dara bi ber kevir lê dikevin.’ (Haşiye) meşhûr e. Ji kerema xwe xebata xwe dewam bikin! Rebbê Alemê, Feyyazê Mutleq armanc û daxwazên we di demeke kin de ji bo xêrê serkeftî bike. Emanetê yekîtiya Xwedayê Heq û Baqî bin!”
Emînê Fetwayê yê Berê
Elî Riza
Ha alimê herî mezin, lêkolîner û mirovê ku di warê ilm, şerîet û Qur’anê de zana ye, weha hukim kiriye. Divê şagirtên Rîsaleyên Nûr îhtiyaten vê mijarê ji kesên biyanî re venekin û navê wî ji kesî re nebêjin. Û divê wî bikin nav duayên xwe jî.
Silavan li temamê birayên me dikim.
Birayê we
Seîd Nûrsî
(Kastamonu Lahikası: 150-151)
***