Ê duduwan însaniyet e; ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta ‘eqlî, ciwamêranî û însanîtî xwe nîşanî dunê bidin.
Ê sisiyan milliyeta me ye, ku meziyetê da me; ê berê ku bi qenciya xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:
Yek feqîrtî ye; Çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.
Ê duduyan cehalet û bêxwendinî ye; ku hezar ji me da yek qazete nikarin bixwînin delîla wê ye.
Ê sisiyan dijminî û îxtilaf e; ku ev ‘edawet, quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hukûmet jî ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir.
Ku we ev seh kir, bizanin çara me ev e; ku em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrin, ta ku em hersê cewherê xwe ji dest xwe nekin û hersê dijminê xwe ser xwe rakin:
Û şûrê ‘ewil: Me‘arif û xwendine.
Ê duduyan: Îttifaq û mehebbeta millî ye.
Ê sisiyan: Însan ê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedetê.
Û wesiyeta paşî:
Xwendin, xwendin, xwendin...
Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin...
Mela Seîd
(İçtimaî Dersler, Makaleler: 509-510)
***
Encam
(Eger ez li vir çend gotinan ji gelê xwe re jî nebêjim, wê ev mijar nîvco bimîne)
Ey Kurdên şêr, ku di zemanê cîhangîriya Asûrî û Keyaniyan de xwediyê leşkerên pêşîvan û qehreman bûn! Ev 500 sal in ku hûn razayî ne, bes e! Êdî sibeh e, hişyar bibin! Yan na, wê wehşet û xeflet di çola wehşetê de we talan bikin!