Li gorî vê rastiyê mirov tiştekî piçûk yan jî bêqîmet nade mirovekî mezin, lewra ew mirov tenezzulî wê nake û nikare himmeta xwe bike wî qalikê piçûk. Ji ber ku himmeta wî giran e û ew tişt jî sivik e aheng xira dibe.
(Muhakemat: 108-109)
***
Êdî eger însan pala xwe bide ezîtiyê û jiyana dinyayê bike hedefa xeyala xwe, ji bo hinek lezzetên muweqqet yên debara jiyanê bixebite, wê di daîreyeke pir teng de bixeniqe û biçe. Hemû organ, alet û hissiyatên ku ji wî re hatine dayin yê jê şîkayet bikin; li heşrê li dijî wî şehdetiyê bikin û dawedarê wî bin.
Lê eger însan xwe mêvan bihesibîne û sermayeya umrê xwe di çarçeveya îzna Xwedayê Comerd de -ku bûye mêvanê wî- xerc bike, hingê wê di daîreyeke fireh de û ji bo jiyaneke ebedî xebateke baş bike û bêhna xwe vede; îstirahet bike. Paşî ew dikare xwe bigihîne meqamê herî bilind, e’layê illiyyîn jî. Hingê temamê wan organ û aletên ku Xwedê dane însan, yê jê memnûn bin û di axretê de jê re şehdetiyê bikin.
Belê, hemî organên ecêb ku Xwedê dane însan, ne ji bo vê jiyana dinyayê ya bêqîmet in, ji bo jiyaneke pir girîng û baqî hatine dayin.
Naxwe însanê ku di “şiklê herî xweşik” de hatiye afirandin, eger tenê li jiyana dinyayê bifikire, digel ku bi sed dereceyî ji heywanan balatir e jî, bi sed dereceyî ji çûkekî beytik jî kêmtir û piçûktir dibe.
(Sözler: 392)
***
Rastî
Yên ku exlaqê bala û taybetmendiyên çê bi heqîqetê ve dikin û wî xûyî xwedî dikin û jiyanê didinê, ciddiyet û rastî ne. Eger rastî rabe û derew bikeve şûna wê, mîna pela ku li ber bayê dibe pêlîstok, ew mirov jî wê ji xelkê re bibe pêlîstok.
(İşaratü’l-İ’caz: 179)
***