Hem jî rewşa qenaetkar ya masiyên qelew dibe sebeb ku bi şiklekî mukemmel bigihin rizqê xwe. Heywanên mîna meymûnê û rovî ku zekî ne û bi hirs li pey rizqê xwe ne, lê dîsa jî ji ber ku bi têrayî nabînin qels û zeîf dimînin. Ev mînak jî nîşan dide ku hirs çiqas sebebê zehmetiyê ye û qenaet jî sebebê rihetiyê ye.
Hem jî gelê cihû bi kurrîtî, bi faîzê û dek û dolaban û bi şiklekî ne meşrû, di zillet û sefaletê de bi zorê rizqê xwe bi dest dixin. Lê bedewiyên li çolê bi qenaet in, bi rûmet dijîn û têra xwe rizqê xwe bi dest dixin. Ev mînak jî dîsa vê teza me îsbat dike.
Mînaka ku gelek alim (Haşiye) û edîb (Haşiye ) ji ber kurrîtiya xwe dikevin feqîriyê û gelek kesên evdal û bêhêz bi qenaeteke fitrî dewlemend dibin, bi şiklekî eşkere îsbat dike ku rizqê helal li gorî nekarîn û pêdiviyê tê dayin, ne li gorî hêzê û xwestinê. Ew rizqê helal tam dijberê hêz û xwestinê ye. Lewra her ku zarok mezin dibin, hêz û daxwaza wan çêdibe, rizqê wan jî kêm dibe, zehmet dibe. Li gorî hikmeta hedîsa
اَلْقَناَعَةُ كَنْزٌ لاَ يَفْنَى
qenaet xezîneya debareke xweş û jiyaneke rihet e. Kurrîtî jî çavkaniya zirar û sefaletê ye.