Naxwe gotina “subhanellah, elhemdu lillah û Ellahu Ekber” mîna dendika nimêjê ne. Ji ber vê hikmetê ye ku ev hersê peyvên pîroz di her hereket û zikrên nimêjê de hene. Dîsa ji ber vê hikmetê ye ku ev peyv piştî nimêjê 33 caran têne xwendin û maneya nimêjê diçespînin, wê teqwiye dikin. Maneya nimêjê bi van zikrên kin û kûrmane tê teyîdkirin.
(Sözler: 52-53)
***
Pirs: Çi hikmet heye ku di şûna
يُصَلُّونَ
de
يُقيِمُونَ الصَّلاَةَ
hatiye gotin?
Bersiv: Hikmeta vê gotinê nîşandana bicihanîna hemî ruknên nimêjê û dewamkirina li serê ye.
Hevalê hêja! Nimêj di navbera Xwedê û evdê wî de nisbet û munasebeteke bala û bilind e. Xizmeteke wisa pak û paqij e ku her rûhî cezb dike, bi bal xwe ve dikişîne. Çawa ku kîtaba Futûhatê Mekkiye jî şîrove kiriye, ruknên nimêjê xwediyê ewqas sirr û hikmetên mezin in ku hezkirina her wijdanê bi bal xwe ve dikişînin. Ev jî taybetmendiyeke nimêjê ye. Nimêj vexwendineke wî Xaliqê Zulcelal e ku di nava 24 saetan de, di hinek demên kufşkirî de mirov diçe hizûra wî. Tişta layiqî vê vexwendinê ew e ku her dil bi eşq û şewq bersiva wê bide û mîna mî‘racekê bibe layiqê wê gaziya pîroz û bala.
Nimêj yekane rêya îlahî ye ku mezinbûna Xwedê di dilan de tesbît dike û dide domandin, berê aqil dide aliyê Xwedê û bi wî şiklî dike ku mirov edalet û nîzama îlahî qebûl bike û li pey biçe. Jixwe ji aliyê medenîbûna xwe ve, însan dixwaze ku jiyana xwe ya şexsî û civakî biparêze û azad bike. Ji bo pêkanîna vê jî muhtacê qanûna îlahî ye. Kesê ku li pey vê rêyê neçe, yan jî ji zexelî nimêjê terk bike, yan jî qîmeta wê nizanibe; wê paşî fêhm bike, bê çiqas nezan bûye, xisiriye û zirar kiriye. Lê êdî wê dereng be.
(İşaratu’l-İ‘caz: 53-54)
***